Emerîka: Rêjîma Beşar Esed tawan bi dermafê gelê Sûriyê kiriye
Jul 11 2024
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê roja Çarşemî 10 Tîrmeha 2024an li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û tê de got: “Beşar Esed di 10ê Tîrmeha 2000ê de û ji destpêka aloziya Sûriyê ve weke Serokê Sûriyê hatiye destnîşankirin.
Di sala 2011an de, Rêjîma wî bûye sedema nebûna ewlehî û seqemgiriyê li herêmê.
Serbar kir ku "Esed binpêkirinên giran li dijî gelê Sûriyê pêk anî û ji ber gendelî û rêvebirina aborî xirab kirîzek mirovî dijwar çêkir".
Balyozxaneyê tekiz kir ku wê berdewam bin di eşkere kirina binpêkirinên mafên mirovan li seranserî Sûriyê.
217
