Keçeke efrînî li ser sînorê Turkiyê jiyana xwe ji dest da

Keçeke efrînî li ser sînorê Turkiyê jiyana xwe ji dest da

Feb 11 2019

ARK NEWS .. li Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatiyên wê di her dem û demekê de rastî mirinê û jiyanjidestdanê tên, eger ne bi guleyan bi şêweyekî din jiyana xwe ji dest didin .

Ji ber ku li Efrînê tu deriyên fermî ji bo çûn û hatina sivîlan navbera wê û Turkiyê de nehatiye ragihand, xelkê kurd yên dixwezin berê xwe bidin Turkiyê neçar dibin bi aweyekî nerewayî, ango bi qaçaxî derbasî Turkiyê bibin, û li ser sînorê navbera Sûriyê û Turkiyê de gelek çîrok û serpêhatiyên xemgîn û kovandar têne tomarkirin .

Keçeke kurd xelka gundê keferomê yê ser bi navçeya Şera ya Efrînê ye, dema dixwest bi qaçaxî derbarsî Turkiyê bibe, li ser sînor ji ber astengî û zehmetiya rê, û metirisiya ku tê re derbas bûye, rastî du kirîzên dil hat, û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin, piştre jiyana xwe ji dest da .

Li gor jêderên xwecihî ragihandin, ku keça bi navê Lovîn Xelîl Şoto, dema bi bav, û dayika xwe re bi qaçaxî ji Efrînê di rêya parêzgeha Idilbê re derbasî turkiyê dibûn, ji ber ku derdora 15 demjimêran mşiyane, û ji ber zehmetbûna rê û kêmbûna pileya germê Lovîn nikarîbû wê rewşê hilgre, lewma rastî du kirîzên dil hat, tevî ji bo nexweşxaneya Turkiyê li Islahiyê hatibû veguhestin lê jiyana xwe ji dest da .

Lovîn Xelîl Şoto, ku bi mebesta girêdana jiyana hevjîniyê bi dergistiya xwe yê bi navê Can Dara Estirî re, ji Efrînê berê xwe dabû Turkiyê, lê qedera wê ew bû ku neghîne merem, û mirada xwe, û dawî bi jiyana wê were .

Çîroka Lovîn li ser torên civakî bi şêweykî berfireh hate behiskirin, û belavkirin, û bi dilgiranî û xemgînî çîroka wê bi rewşa Efrînê re girêda, û wek bûka Efrînê nav lê hat kirin .

28 Adara 2018 an de deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi Turkiyê re bi şêweykî fermî hatibû vekirin, tê de xelkê Efrînê hêvî, û omîdên xwe li ser danîbûn, ku bibe derfetek wek deriyê Ezaz, û Bab Alhewa yê Idlibê, da ku rewşên mirovî, nexweş, çûn û hatin di helkiftan de, rewşên taybet, û bazirganî tê re derbas bibin, lê ew derî bi tenê ji bo mebest û armancên taybet tê bikaranîn, ta niha li pêş çavên sivîlan nehatiye vekirin.

Eger welatî neçar bibin derkevin, xwe li çol, û baniyan dixînin da ku xwe bighînin Turkiyê .

Herdem hêviya welatiyên Efrînê ew e, ku ew derî were vekirin da ku rewşên wek rewşa Lovîn dûbara nebin .

Ş.E

377