Efrîn bi mûşekan hate armanckirin
ARK NEWS... Navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi hejmarek rûkêtan hate armanckirin di encama dê kuştî û birîndar ketin.
Jêderên xwecihî ji Efrînê dane zanîn ku îro piştî nîvro 18ê Tebaxa 2021, navenda bajarê Efrînê bi zêdetirî deh mûşekan hate armanckirin, di encamê de ta niha sê kuştî û hejmarek birîndar ketin.
Jêderan eşkere kirin ku dengê otombêlên hawarçûnê ji nava Efrînê hatin bihîstin, ta niha amarên fermî derbarê ziyanên canî nehatine diyarkirin.
Jêderan bal kişandin ser, grûpên çekdar ji duh ve derverên Şehbayê ku di bin destê rêjîm û PYDê de ye dikin armanc, û îro jî Efrînê ji aliyê deverên rêjîm û PYDê ve hat armanckirin.
Ş.E
471
