Helmeteke girtin û binçavkirinê li Efrînê
ARK NEWS.. Careke din girûpên çekdar yên ku li Efrînê dimînin dest bi hilmeteke girtinê di derheqê wealtiyên Kurd de rabûn.
Jêderên xwecihî ji nav bajarê Efrînê ji ARKê re ragihandin ku şeva bûrî girûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dermansazî Kurd yê bi navê Fexrî xwediyê dermanxaneya Dimliya li taxa Ehmûdiye li Efrîna Rojavayê Kurdistanê girtin û berev cihek ne diyar ve revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Her li gorî heman jêderan ku duh di encama hilmeta girtinê ya ku girûpên çekdar li gundewarê Efrînê pê rabûne heft welatiyên Kurd girtin lê piştî ku dû bira ji gundê Hebo yê ser bi navçeya Mabeta ve 3500 dolarên Emrîkî dan wan girûpan û ew serbest berdan lê her pênc kesên dî ta niha girtîne.
473
