Îmarat: Em dê li ser alîkariya penaberan berdewam bin
ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Îmarata Yekgirtî ya Erebî li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo koçber û penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne.
Duh Sêşemê 03. Çileya 2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed El Zahirî Konsulê Giştî yê Îmarata Yekgirtî ya Erebî li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Îmarat li Hewlêr silavên Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihyan Cîhnişînê Ebûdabî bi Serok Barzanî gihand û bi kurtî di derbarê alîkariyên welatê xwe yên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî behs kir û tekez jî li ser wê yekê kir ku welatê wî dê berdewam be li ser alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistan û Iraqê.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtî ya Erebî de mijareke din wê civînê bû.
372
