Çekdarên PYDê hunermendekî Efrînî serbest berda

Çekdarên PYDê hunermendekî Efrînî serbest berda

Jul 17 2021

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên PYDê beriya çend rojan hunermendekî Efrînî binçav kiribû, duh jî serbest berda.

Li gorî agahiyên bi dest ARKê ketine: Hunermendê gelerî Bavê Bangîn ji ber ku stranek belav kiribû û tê de rexne li tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê kiribû, ji aliyê PYDê ve hatibû binçavkirin.

Heman jêderan dane zanîn ku hunermendê Efrînî yê ku derbiderî Qamişlo bûye, duh serbest hate berdan.

Ş.E

497