PKKê ciwanekî Kobanê revand û bi hovane eşkence kir

PKKê ciwanekî Kobanê revand û bi hovane eşkence kir

Jul 13 2021

ARK NEWS... Piştî tawana şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê di zîndanên QSDê de, çekdarên PKKê duh 12ê Tîrmeha 2021ê, ciwanekî kurd li Kobanê revand û bi şêweyekî hovane eşkence kir.

Çalakvan Ûsib Birkil li ser weşanekê di torên civakî de ragihandi ku pismamê wî Mihemed Silêman ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin û bi tundtirîn şêwe hat eşkencekirin.

Navbûrî da zanîn ku 4 ji çekdarên PKKê ew revand û bi hovane lê dan herweha cihên hestiyar di laşê wî de bi ava kelî şewitandin, lewm ji bo nexweşxaneyê hat veguhstin û rewşa wî ye tendirustî xerab e.

Çalakvan tekez kir ku tu têkilî û peywendiya pismamê wî bi partî û tevgera siyasî re tune ye, bi tenê weke tolhildan e ji kar û çalakiya wî re ye ji ber ku ew - Çalakvan Ûsib- kiryar û binpêkirinên PKK, PYD, QSDê riwsa û diyar dike.

Ş.E

518