Kirîza Avê li bajarê Hesekê û gundewarên wê berdewam e

Kirîza Avê li bajarê Hesekê û gundewarên wê berdewam e

Jun 28 2021

ARK NEWS .. Li bajarê Hesekê kirîza Avê berdewam e , û tevî ku Av her sere çend rojan dighêjê çend taxekî , lê eve 3 roj in , û careke din Av bi temamî ji wêstgeha Alok ya Avê li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê hate birîn.
Nûçeghanê ARKê ragihand ku ji roja Şemiyê ve û Ava wêstgeha Alok li bajarê Serê Kaniyê ku niha di bin kontirola girûpên çekdar deye li ser bajarê Hesekê hatiye birîn .

Nûçeghanê me da xuyakirin ku ji dema derketina kirîza Avê li vî bajarî û ta niha xelkên bajarê Hesekê di xirabtirîn rewş de jiyanê dikin, û neçar dibin ku Avê bi tankeran bikrin.

Wêstgeha Elok ya Avê dikeve Rojhelatê bajarê Serê Kaniyê , û ji 30 bîrên Avê pêk tê , ku ev wêstgeh jêdera sereke ya Ava bajarê Hesekê û gundewarên wê ye.

226