Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta hatina sala nû ya koçî
ARK NEWS... Bi helkefta hatina sala nû ya koçî di peyama pîrozbahiya serok Mesûd Barzanî de hêvî kiriye ku ev helkeft bibe sedema bextewerî, xweşî, aştî û aramiyê li ser navçeyê û hemû mirovayetiyê. Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina serê sala 1444 ê koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im hatina sala nû ya koçî ji bo hemû aliyek bibê sedema kameranî û bextewerî û xweşiyê û aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê da bikêşê.
Her bimînin li xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
30 (Zulhuce )yê 1443ê koçî
29ê temûza 2022 yê Zayînî
305
