Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Kadîr û Fermande Abdullah Gulî
Bi helkefta koça dawî ya Abdullah Gulî, Kadîr û Pêşmerge û Fermandeyê dilsoz û kedkar û xebatkarê her dû şoreşên Eylûl û Gulanê û Endamê Lîjneya Dezgeha Bilinda Eylûl ya li parêzgeha Dihokê, Serok Barzanî pirsenameyekî pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata birêz ya xwedê jêrazî Abdullah Gulî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Kadîr û Pêşmerge û Fermandeyê her dû şoreşên mezina Eylûl û Gulanê û Endamê Lîjneya Dezgeha Bilinda Eylûl li Dihokê, Kek Abdullah Gulî gihîşt me.
Kek Abdullah bi dirêjahiya temena xwe, kadîrekî dilsoz û xebatkar û wefadar bû û ji destdana wî ziyaneke mezine. Li vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hevalên Kek Abdullah dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kek Abdullah bi bihûşta fireh şad bike û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyek.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
01.12.2018
696
