Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê semînarek li ser jiyana nemir Idrîs Barzanî li dar xist

Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê semînarek li ser jiyana nemir Idrîs Barzanî li dar xist

Feb 01 2022

ARK NEWS... Bi boneya derbasbûna 35 sal li ser koçbarkirina, pêşmerge, endeziyar û têkoşerê kurd nemir Idrîs Barzanî , roja Duşemê 31 Çileya 2022, rêxistina Amûdê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê semînarek li ser rol, kar û xebata nemir Idrîs Barzanî û bi amedebûna kesayetên siyasî, rewşenbîrî û endam û alîgirên PDK-Sê li nivîsgeha xwe li bajarê Amûdê li dar xist.

Semînar ji aliyê Dijwar Tewfîq endamê encûmena Şaxî ya PDK-Sê hat pêşkêşkirin.

Semînarê bi awayekî berfereh ser dîrok û xebata têkoşerê kurd nemir Idrîs Barzanî û mêrxasî û qehremaniya wî di ber doz û azadiya miletê kurd anî ziman.

540