Raporta PDK-Sê ya meha Tebaxê derket

Raporta PDK-Sê ya meha Tebaxê derket

Sep 02 2019

ARK NEWS .. Raporta siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya ya heyva Tebaxa 2019an derket, mijar û babetên girêdayî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û Herêma Aram û binpêkirinên Efrînê herwiha hin mijarên din gotûbêj kiriye .

Di raporta siyasî de wiha hatiye :Amedekariyên piroseya bicîkirina pirojeya Herêma Aram bi qonaxa xwe ya yekem dest pê kir, ku bi dirêjahiya 88 K.l navbera Girê Spî û Serê Kaniyê li ser sînorê Sûriyê bi Turkiyê re, ku qonaxa duyem dê ji Serê Kaniyê ta Çemê Dijle, û ya siyem ji Girê Spî ta Rojhileta Çemê Fertê were avakirin, eger heye qonaxên bicîkirinê ne kêmtir ji 3 heyv û nîvan be, û bi kûrahiya 5 ta 14 k.l li gor cihên sînorî be.

PDK-Sê dibêje : Diyar e pirose li gor lihevhatin û hemahangî navbera aliyên peywendîdar wek Emerîka, Turkiya, Rûsiya, rêjîma Sûriyê, QSDê de ye, ji ber ku bajarê Qamişlo û balafirxaneya wê ji wê piroseyê, bê par e, ku rêjîm tê de ye, ew yek amajeyeke pirose dê bi şêweyekî aştiyane were pêkanîn, dûr ji operasyona leşkerî ya ku Turkiyê herdem gefan dide, û sînaroya Efrînê ya kerasetî dûbara nabe, û QSDê dê ji ser sînor were dûrxistin û hêzên xwecihî li şûnê de cihê xwe bigirin û dê bi rêveberiya niha kar were spartin da ku rêvebriyeke nû ji hemû pêkhateyan ji ereb û Kurd û Suryanan li Rojhilata Ferêt were avakirin . Lê nerihatî û dilgiranî li cem piraniya pêkhateyên herêmê bi taybet gelê Kurd heye ji ber rijdbûna Turkiyê ji derxistina hijmarek ji penaberên Sûriyê, û bicîkirina wan di wê herêmê de, ew yek metirsiyekê ji guhertina demoxrafî çê dike tevî ku Turkiyê soza ne neçarkirina penaberan ji vegerê, dabû .

Li ser Idlibê di raporta PDK-Sê wiha hatiye : Parêzgeha Idlibê û herêmên bi ser ve hîn rastî şer û cengên berdewam û operasyona leşkerî ji aliyê rêjîma Sûriyê bi alîkariya hêzên Rûsiyê û Iranê ve tên, ew yek bi buhaneya ku agirbesta li Asîtana û Sotşî şerê terorê li xwe negirtiye, xuya dike ku girêpestek Rûsî û Turkî heye, lê her nakokî hene, û karê rawestandina şer, li dar e

Derbarê Rojavayê Kurdistanê raport wiha behs dike ku serkirdayetiya ENKSê vexwendin ji Wezareta Derve ya Rûsî, Emerîkî, û Elmanî ve jê re çûn, herwiha li hundrî welêt hevdîtin bi şanda Birîtanî re pêk anî .

Ew hevdîtin biber û sûd bûn, tê de rewşa siyasî û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê bi giştî û rewşa hin bajarên Kurdî û Herêma Aram, û li ser asta Sûriyê babeta Idlibê, gotûbêj kir . Aliyên navdewletî tekezî li ser mafê pêkhateyên netewî û rol wan nexasin ya Kurdan di herêmê de kir.

Herwiha di civînên xwe de şandên ENKSê rewşa Herêma Efrînê û êş û azarên şêniyên wê ji ber binpêkirinên berdewam kir, û banga pêwîstiya dîtina çareseriyekê bigihe aramî û seqemgîriyê, û derbider vegerin ser mal û milkên xwe, û gerantiya rêvebirina herêmê ji aliyê şêniyên wê ve, û kar li ber guhertina demoxrafiya wê de kirin .

Li aliyekî din mijarên girêdayî li ser asta Sûriyê û Iraq û Iran û Herêma Kurdistanê bi hûrgulî amaje kiriye .

Di dawiya Raporta siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya dibêje: Ew wek PDK-Sê rola siyasî di qonaxa niha de bi serokatiya ENKSê bilind dinerxîne û banga karê bêtir û çalakiyên zêdetir dike, û bersivdana bangên yekhewêstkirina mala Kurdî dike, û karê zêde bi rewşa siyasî li ser asta xwecihî û navdewletî û navdewletî di xizmeta Kurdan yên netewî û niştîmanî berev Sûriyayeke yekgirtî di sîstema demoqratî û perlemanî tê de hemû pêkhate di nav de Kurd jî bi mafên netewî û niştîmanî bike, da ku bi aştî û hizkirin bi hev du re bijîn .

Ş.E


474