H R W raportek derbarê Efrînê belav kir

H R W raportek derbarê Efrînê belav kir

Jun 18 2018

Rêxistina H R W ragihand ku girûpên çekdar destê xwe danîne ser mal û milkên welatiyê Efrînê û ji xwe re dizîne û wan çekdaran malbatên xwe li şûna malên welatiyên Efrînê de bi cih kirine bê ku xwediyên resin qerebo bikin.

Biryanka Motebarsî rêvebera demkî ya beşê hawarçûnê di Rêxistina H R W de got: pêwîste girûpên çekdar kesên ji ber şer reviyane li cihê welatiyan de bi cih nekin û li şûna ku sivîlan biparêzin ew di binpêkirinên xwe her diçe kûr dibin û berfireh tir dibin.

Rêxistina H R W li ser rûpela xwe tekez dike ku hevdîtin bi du malbatên Efrînê re yên derbederî Qamişlo bûne kiriye û wan herdu malbatan dane zanîn ku girûpên çekdar destê xwe danîne ser malên wan û kel û pelên nav mal ji xwe re dizîne, û li gor wan herdu malbatan ku tê gûmankirin her yek ji Ehrar Elşerqiyê û Cêş Elşerqiyê bi wî karî rabûne.

Tevî ku dadwerê giştî di çekdarên Artêşa Niştîmanî de di daxuyaniyekê de di nehê meha Adarê belavkir bû û têde ji xelkê Efrînê xwest bû giliyên xwe li bargeha leşkerî ya bajarê Izazê pêşkêş bikin lê ta niha karê diziyê berdewam e .
Û ji aliyê xwe ve çekdarê Ehrar Elşerqiyê daxweiyaniyek belav kir û têde tometên ku bi karê diziyê rabûne redkirin.

Derbarê hijmara kesên ji Efrînê ji ber şer û pevçûnan derbeder bûne NY ragehand ku 137 hezar kes ji Efrînê derbeder bûne û piraniya wan li Fafîn û Tilrifet Tilqerah Tilsosîn û Nibil û Zehrayê û beşek ji wan li herêma Cizîrê û Kobanê derbeder bûne.

li hemberî wê û li gor jêderên xwecihî ji Encûmenên Xwecihî ya Efrînê ku derdora 120 hezar ji xelkê xûteya Rojhelat û Qelemon û Şamê li Efrînê bi cih bûne.
ŞÊXO EFRÎNÎ

542