Piştî 9 salan... Rêjîmê jineke kurda Şamê serbest berda
May 15 2021
ARK NEWS... Rêjîma Esed piştî 9 salan bi binçavkirinê, hevjîn û du kurên efserekî cûdabûyî serbest berdan.
Jêderên sûrî dane zanîn ku di encama bihevguhertina dîlan navbera rêjîma Esed û opozisyona Sûriyê de, rêjîmê xanim Nisrîn Muhyedîn Wanlî û her du kurên wê Mihemed û Şivan Senbekî serbest berdan.
Heman jêderan tekez kirin ku Nisrîn ji beriya 9 salan ve hatibû revandin û binçavkirin, û bi xwe jî hevjîna efserê cûdabûyî eqîd Besam Senbkî ye. Li gor agahiyên ku malbat ji kurdên Şama paytexta Sûriyê ne.
Ş.E
557