Israîlê bingeheke Îranê li Şamê armanc kir

Israîlê bingeheke Îranê li Şamê armanc kir

Jan 30 2024

Artêşa Israîlê êrîşî baregeheke mêlîsên bi ser Îranê ve li Şamê kir û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Ajansa Tasnim ya Îranî ragihand, balafireke şer ya Israîlê duh piştî nîvro baregeha şêwirmendên Pasdarên Îranê li derdora Seyide Zeyneb li Şamê bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di encama bombebaranê de 7 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.


227