Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Jan 17 2024

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve belav kir û têde bi tundî êrîş şermezar kir.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de got Rêjîma Îranî piştevaniya terorê li deverê dike û qerebalixê lê belav dike ji bo perdepoşkirina kiryar û kirîzên xwe yên kûr li ser tevaya astan ji ber vê yekê her dem û demekê Îran Herêma Kurdistanê armanc dike.

Herweha PDK-Sê armanckirina Hewlêrê ji aliyê pasdarên Îranê ve bi mûşekan bi behaneyên dûr ji rastiyê bi tundî şermezar kir.

Û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi erkê xwe weku pêwîst rabe û ne bi tenê bi devkî van êrîşan şermezar bike lê belê fişarê li ser Rêjîma Îranî bike ji bo rawestandina kiryar û binpêkirinên wê derheqê Kurdistanê bi taybetî û deverê bi giştî .

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di heman daxuyaniya xwe de daxwaz ji Hikûmeta Federal li Iraqê kir ku bi berpirsiyaretiya xwe weku pêwîst derbarê serwerî û ewlehî û cêgiriya Iraqê de rabe, û li dijî kiryarên Îranê Li ser xak û gelê Kurdistanê raweste.

Roja 15 ser 16ê Çileya 201yan pasdarên Îranê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê mûşekbaran kir û di encamê de jimareyek sivîl şehîd û birîndar bûn ku armanc ji vê êrîşê têkdana aramî û ewlehiya herêma Kurdistanê ye.




216