Teqînek li gundewarê Hesekê Rû da
Jan 21 2019
ARK NEWS .. Jêderên ragihandinê belav kirin ku otombêleke bombekirî karwaneke leşkeriya hêzên Emerîkî li gundewarê Hesekê kire armanc, û di encamêde çend kesek bûne qurbanî.
Çalakvanan ragihandin ku li navçeya 47 li Rojavayê bajarokê Şedadê li gundewarê Hesekê otombêlek bombekirî karwaneke leşkeriya hêzên Emerîkî kire armanc, û di encamê de 5 çekdarên PYDê bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan, û 2 serbazên Emerîkî birîndarbûn.
Ji aliyê xwe ve Rawangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan da zanîn ku rêxistina teroristî ya DAIŞê berpirsiyaretiya xwe ji teqînê ragihandiye.
L.A
500
