ENKSê 45 salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî pîroz kir

ENKSê 45 salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî pîroz kir

May 27 2021

ARK NEWS... Bi helkefta derbasbûna 45 salan bi ser şoreşa Gulanê de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, birûseke pîrozbayê arasteyî serok Mes'ûd Barzanî kir.

Di birûska pîrozbayê de ENKSê helkefta derbasbûna 45 salan bi ser şoreşa Gulanê li serok Barzanî û tevaya kadir û endamê Partiya Demokrata Kurdistanê pîroz kir, û got ku şoreşa Gulanê dirêjpêdera şoreşa Êlûnê bû, ku Barzaniyê nemir raberayetî dikir li dijî stem û pîlanên ku gelê Kurdistanê armanc dikir.

ENKSê di pirûska pîrozbaHIyê de, got ku gelê Kurdistanê dizane ku ev destkeftên Kurdistanê derencamên şoreşa Êlûn û Gulanê, û qurbaniyên pêşmergeyên qehremanan, û herweha serkirdayetiya wan ya hekîmane ji şoreşê re bû, sedem ku pêşerojeke geş çaverêa gelê Kurdistanê bike.

180