Rêzan Hido: Bi şîretên Hesen Nersulah em ê Efrînê rizgar bikin

Rêzan Hido: Bi şîretên Hesen Nersulah em ê Efrînê rizgar bikin

Sep 23 2018

Rawêjkarê Ragehankarî yê berê yê çekdarên YPG Rêzan Hido tekezî li ser lihevkirina bi temamî li gel nerîna Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Lubnanî kir ku hevpeymaneke sereke ji bo Esed û razîbuna xwe ji wê nerînê re derbrand.

Di hevdîtnekê li gel malpera Menar ya bi ser Hizbulaha Lubnanî ve Hido piştevaniya xwe ji nerîna Hesen Nesrulah ku gotibû divê kurd pişta xwe bi Emerîka girê nedin û eger heye Emerîka di her bazarekî de wan bifroşe û banga Nesulah ji bo kurdan ji bo ku danûstandinan li gel Rêjîma Esed bikin nîşan da û got ku Nesrualah ew yek bi zarava hezkiryekî şîretkar gotiye û dlixweşiya xwe ji gotina Nesrulah derbirand .

Hido herweha got eger şîretên Hesen Nesrulah bi cî bibin dibe ku Efrîn were rizgarkirin û got nerîna Nesrulah rast e ku Emerîka dijatiya kurdan dike.

756