Xwecihiya Efrînê ji ber koronayê biryar standin

Xwecihiya Efrînê ji ber koronayê biryar standin

Mar 27 2020

ARK NEWS... Ji bo rêgirî li ber berbelavbûna koronayê, Encûmena Xwecihî ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, hijmarek biryar stand.

Encûmena Xwecihî li ser rûpela xwe ragihand ku Rêveberiya Perwerde biryar da ku bênvedana dibistanan ta 30iyê Nîsanê dirêj bike.

Li aliyeke din Nivîsgeha Tenduristî ya Encûmena Xwecihiya Efrînê, belavokan li ser dîwaran dixîne tê de xelkê ji metirsiya wê nexweşiyè huşyar û agahdar dike.

Beriya niha jî Encûmenê, Nexweşxaneya Niştîmanî ya navenda bajêr girtibû da ku were pak û xawînkirin û ji bo nexweşxaneyeke taybet bi koronayê were veguhestin.

Ş.E

494