Li Efrînê bombeyek teqiya , û ziyan hene

Li Efrînê bombeyek teqiya , û ziyan hene

Apr 25 2021

ARK NEWS.. Bombeyeke destçêkirî ji aliyê kesne nenas ve li ser filkeya Newroz li Efrînê hat avêtin , û di encamê de ziyanên madî û canî ketin.

Jêderek Xwecihî eşkere kir ku bombeyeke destçêkirî li filkeya Newroz li navenda bajarê Efrînê teqiya , û di encamê de zarokek birîndar bû , û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin , serbarî rûdana ziyanên madî li heman cihê deqînê .

Weke jêderê daye zanîn ku li taxa Eşrefiyê bi heman şêweyî hejmarek çekdarên nenaskirî bombeyeke destçêkirî avêtin nava taxê de , û ew çekdar reviyan , bê ku tu ziyanên canî û madî werne tomar kirin.

390