
Serok Barzanî serdana Mîhwera Xazir kir
Jun 06 2019
Roja Çarşem 05.06.2019 û li dûyemîn roja cejna Remezana pîroz Serok Mesûd Barzanî bi mebesta cejinpîrozkirin û halpirsînê serdana hêzên Pêşmerge yên li sengerên mîhwer û eniya Xazir kir.
Li vê serdanê da Serok Barzanî pîrozbahiya cejnê li hemû Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir û her wiha li hal û guzeraniya Pêşmerge li mîhwer û sengeran da pirsî.
Serok Barzanî li hevdîtina li gel Pêşmerge û Fermandeyan pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û silav ji bo giyanê pakê wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku li berevaniya li kerameta gel û niştîman de canê xwe gorî kirin û şehîd bûn.
724