Siûd Elmela civînek bi rojnamevanên PDK-Sê re li dar xist
Feb 19 2021
ARK NEWS... Îro, 18ê Sibata 2021ê, sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, civînek bi rojnamevan û ragihandkarên PDK-Sê, li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê re, li dar xist.
Di civînê de, Siûd Elmela, serokê ENKSê û sekreterê PDK-Sê behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û li ser asta Sûriyê kir.
Herweha tekezî li ser rola ragihandê û erkê di stûyê rojnamevanan, nexasim di dema hestiyar de kir.
Ji aliyê xwe rojnamevanên PDK-Sê tekezî li ser pabendûna wan li ser rê û rêbaza PDK-Sê kir.
Ş.E
349