SRK-Sê berpirsiyaretiya zanîna çarenivîsa Hemo dixe stûyê rêjîm û PYDê de

SRK-Sê berpirsiyaretiya zanîna çarenivîsa Hemo dixe stûyê rêjîm û PYDê de

Dec 15 2019

ARK NEWS .. Îro, roja Yekşemê,15ê Berçileya 2019an, 5 sal li ser revandina rojnamevan Ferhad Hemo re derbas dibin. Di salvegera 5an ya revandina Hemo de, Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê, daxuyaniyek belav kir, tê de berpirsiyaretiya zanîn çarenivîsa Hemo xiste stûyê rêjîma Sûriyê, û rêveberiya PYDê de, û banga xwe gihand aliyên peywendîdar, da ku, cih û çarenivîsa Hemo diyar bibe.

Di daxuyaniyê de hatiye: Îro 5 sal li ser revandina rojnamevan Ferhad Hemo, endamê Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê, û nûçegîhanê tora mîdyayî ya Rûdawê ji aliyê rêxistina DAIŞa teror ve, derbas dibin, ku ta niha tevî bangên ku deste û rêxistinên mafê mirovan, û desteyên rojnamegerî yên cîhanî ji bo diyarkirina cihî wî bilind bûne, lê hîn jî çarenivîda wî, ta niha ne diyar e.

Sendîkeyê ameje kiriye: Rojnamevan Ferhad Hemo, di 15ê Berçileya 2014an, li gel rêhevalê xwe wênegir Mesûd Eqîl dema berê xwe didan erkekî rojnamegeriyê, li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞa terorîst ve hatin revandin, lê piştî derbasbûna 11 heyvan, di girêbesteke bihevguhertina dîlan navbera DAIŞ û YPGê de, û bi serpireştiya hoz û êlan, li derdora bajarokê Elholê yê derdora Hesekê, di 21ê Îlona 2015an, wênegir Mesûd hate serbestderdan, û tevî sozên nêzîkbûna rizgarkirina rojnamevan Ferhad Hemo ji destê DAIŞê, lê ta niha çarenivîsa wî nehatiye zanîn.

Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê, serbar kiriye: Dema rizgarkirina bajarokê Baxozê yê ser bi Dêra Zorê, di Adara îsal de, ew wek sendîkeyê li gel malbata Ferhad hêviya dîtina wî danîn, bi taybet ku girtiyên DAIŞê û zîndanên wan ketin destê Hêzên Sûriya Demoqrat de, tevî sozên nêzîkbûna gihiştina cih û rizgarkirina wî, lê tu ahagî û zanyariyên tekezkirî li ser tune ne, û diviyabû deshelatdariya PYDê, xwe gihandiba zanyariyên naskirina cih û çarenivîsa wî, û rastiya rewşa wî ji malbata Hemo re zelal kiriba, bi taybet piştî desteserkirna fermandar û serkirdeyên mezin yê DAIŞê.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê dilgiraniya xwe derbarê berdewambûna revandina Ferhad Hemo aniye ziman, û rêjîm û rêveberiya PYDê berpirsê di ber zanîna çarenivîsa wî de dîtiye.

Hewiha bang li hemû deste û rêxistinên mirovî, û ragihandina navdewletî kiriye da ku beşdarî di zanîna dengûbasên wî de bikin, serbarî bang li heman rêxistina kiriye ku, keş û bayên guncaw ji bo parastina rojnamevanan li Sûriyê bi giştî bibînin, ji ber ku bûye herêma herî metirsîdar ji karê rojanamevanan re.

Ş.E

768