Pêdirson daxwaza serbestberdana girtiyan kir

Pêdirson daxwaza serbestberdana girtiyan kir

Jul 02 2020

ARK NEWS... Netewên Yekgirtî daxwaza serbestberdana hemû girtî û binçavkiriyan kir.

Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê roja Sêşemê 30.06.2020, di kongira Biroksilê ya çarem derbarê rewşa Sûriyê û piştgiriya pêşeroja wî welatî û navçeyê de daxwaz ji rêjîma Esed û tevaya aliyên nakokdar li Sûriyê kir, ku di zûtirîn dem de hemû girtî û binçavkiriyên yên di zindanên wan de werine azadkirin.

Herwiha Pêdirson dil rehetiya xwe ji rêkeftina agirbesta rawestandina şer li Idilbê nîşan da û hêvî xwest, ku şer li tevaya Sûriyê û btaybetî li Idilbê were rawestandin û kirîza Sûriyê di zûtirîn dem de bidawî were.

Pêdirson got jî egerek mezin heye ku komîteya Distûra Sûriyê ya pêşerojê di rojên bê de dest bi danûstandên xwe heta dawiya vê salê bike.

491