Hêzeke zêde ya Hevpeymaniya Navdewletî giheşt bingeha Xirab Elcîr
May 09 2024
Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, balafireke Hevpeymaniya Navdewletî ya barkirî bi alavên leşkerî li rojavayê kurdistanê hat danîn.
Jêderên xwecihî ji deverê ragihand ku duh Çarşemê 8ê Çulanê balafireke hevpeymaniyê ya barkirî bi alavên leşkerî û locistîk û leşkeran li balafirxaneya bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan yê rojavayê kurdistanê danî.
Roja 24ê Nîsanê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Xirab Elcîr li rojavayê kurdistanê danî.
35