Korbenda Ekrem Mela li Qamişlo hate vekirin

Jul 25 2020

ARK NEWS... Roja Înê 24.07.2020, Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Korbenda Ekrem Mela ya rewşenbîrî bi amadebûna jimareyek berpirsiyarên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û rewşenbîran hate vekirin.

Bi amadebûna Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Korbendê Ekrem Mela ya rewşenbîrî li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya ENKSê gotina Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pêşkêş kir, piştre gotinek ji aliyê nivîskarê kurd Konê Reş ve hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de gotina malbata Ekrem Mela ji aliyê Qedrî Can Mela ve hate pêşkêşkirin û tê de spasiya tevaya aliyan kir ji bo damezrandina Korbenda Ekrem Mela.

252