Ciwanên şoreşger zarokeke 13 salî ji Til Rif`etê revand

Ciwanên şoreşger zarokeke 13 salî ji Til Rif`etê revand

May 07 2024

Ciwanên şoreşger de revandina zarokên biçûk de berdewam e, herî dawî zarokeke 13 salî ji gundewarê Helebê revand.

Li gorî jêderên ARKê çekdarên ciwanên şoreşger yên bi ser QSDê ve keça bi nave Nûra Umer Miqdad ya temen 13 salî dema berê xwedida dibistana xwe li bajarokê Til Rif`etê li gundewarê Helebê, revand.
Nûra Umer Miqdad ji koçberkiriyên gundê Qirt Qilaqê yê bi ser navçeya Bilbilê li Efrîna rojavayê kurdistanê ve ye.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de bi Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.





87