Tevî pevçûnên çekdaran, 25 malbat vegeriyan Efrînê

Tevî pevçûnên çekdaran, 25 malbat vegeriyan Efrînê

Sep 30 2021

ARK NEWS... Ji duh ve reşweke tevlîhevî li herîma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê heye, komên çekdar di nava kolanên tijî niştecî û gundan de bi hev ketine û rûbirûyê hev bûne.

Şer û pevçûn li ser rêya Efrîn û Ezazê û li gundê Kefir Cenê û hin gundên din yên ser bi navçeya Şera ve, rû dan, tê de şer navbera çekdarên êla Elmewalî û çekdarên Cebha Elşamiyê ve rû dan û şerê wan bi demijmêran bedewam kirin.

Lê ew yek û binpêkirinên rû didin nebûn rêgir li pêşiya pêla vegera Efrîniya bo ser mal û mulkên xwe.

Derbarê pêla vegerê, li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine ku duh roja Çarşemê 29ê Îlûna 2021ê zêdetirî 25 malbatî vegeriyan gund û malên xwe.

Heman jêderê bal kişand ser wê yekê jî ku ji koka 25 malbatî, 10 malbatê ji kampên Şehbayê ne, ku ji kampan berê xwe dabûn Helebê piştre xwe gihandin Efrînê, herweha 5 malbat ji penaberên Efrînê yên li Lubnanê bûn, hejmara din ji taxên Helebê û hin deverên din bûn.

Jêderê tekez kir ku tevî binpêkirin di dermafê kurdên li ser axa xwe mane de têne encamdan, lê pêla vegerê berdewam dike, û koçberkirî û derbiderên Efrînê gihştine wê baweriyê ku çareserî bi tenê di vegerê de ye.

Jêdera agahdar anî ziman jî ku şer û pevçûnên çekdaran nebûn rêgir û sînor li pêş vegerê, ji bilî zehmetiya rê û dan pere û bacên giran dîsa jî zêdetirî 25 malbatî vegeriyan Efrînê.

Ji dema ku pêla vegerê dest pê kiriye, bi sedan malbatê ji koçberkiriyên li kampên Şehbayê û derbiderên li Helebê, herweha penaberên li Lubnan, Turkiyê û herêma Kurdistanê jî rû li cî û warên xwe dikin, û careke din xwedî li ax û zeviyên xwe derdikevin.

Ş.E

287