Nêçîrvan Barzanî: Çawa bi hev re di serhildanê de bi ser ketin divê niha jî bi hev re kar bikin

Nêçîrvan Barzanî: Çawa bi hev re di serhildanê de bi ser ketin divê niha jî bi hev re kar bikin

Mar 05 2023

ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di 32mîn salvegra raperîna Adara sala 1991ê peyamek belav kir, tê de divê gelê Kurdistanê waneyan ji raperînê werbigirin. Naveroka peyamê ev e:

Bîranîna 32 saliya Serhildana mezin a Adara sala 1991ê, li malbatên serbilindên şehîdên serhildanê, hemû şehîdên Kurdistanê, Pêşmerge yên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve pîroz dikim. Em şehîdan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin û rehmet û silavan ji canê wan yê paqij ra dişînîn.

Serhildan rabûneka girseyî ya dîrokî û yekalîker a cemawerê seranserê Kurdistanê, bi hemû çîn û pêkhateyan ve bû. Bi piştgiriya Pêşmerge û Eniya Kurdistanê li dijî sîtem û zilmê serîhilda. Pêşmerge û kurên Kurdistanê ji bo azadî, jiyan û paşerojeka baştir ji bo gelê Kurdistanê canê xwe xistin ser destan û rûbirûyê mirinê bûn.

Yekrêzî û biratî hêvênê serkeftina Serhildana Kurdistanê bû ku hemû destkeftên gelê Kurdistanê di warê azadî, parlamento, hikûmet, federalî û bi cîkirina mafên wan di Destûra Iraqa Federal da bi dest xistin.

Nuha jî divê gelê Kurdistanê bi hemû hêz û aliyên siyasî ve ji serhildanê dersên serketinê werbigre. Divê yekîtî, hevgirtin, hevpejirandin û xebata hevpar bibe hêvênê serkeftinê û paşerojeke baştir ji bo gelê me.

Di vê helkefta bi rûmet da, em careke din tekez dikin ku divê em hemû bi hemû îmkan û hewlên xwe ji bona pêkanîna armancên pîroz ên serhildanê û xewnên ku şehîdan ji bo wan canê xwe bexşî bi hevra kar bikin. Çawa ku em bi hev re di serhildanê de bi ser ketin, gelê Kurdistanê bi hemû reng û pêkhateyan ve bi ser ket, niha jî serkeftin û dabînkirina paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê tenê û tenê bi yekîtî, yekrêzî, bi hevrayî û hevqebûlkirinê da ye.

Serhildan bilind û bi rûmet be.
Bila ruhê şehîdan sax be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.05.2023

144