ENKSê kiryarên li dijî rojnamevan û karê rojnamegeriyê şermezar kirin

ENKSê kiryarên li dijî rojnamevan û karê rojnamegeriyê şermezar kirin

Feb 07 2022

ARK NEWS... Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê revandina her yek ji nûceghanê malpera Yekîtî Mîdiya û nûçegîhanê me ARK T.V ji aliyê milîsên PYDê ve blav kir, tê de ev kiryarên hovene ji aliyê milîsên PYDê ve şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ENKSê got ku di 05ê Sibata 2022yan de karê tora medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hate rawestandin, ku ev yek weku tekeziyeke li ser dijatiya pirensîpên azadiya derbirandinê û nerînê dike, û belgeyeke li ser nerastiya wê ji vekirina rê li pêş rojnamevanan û dezgehên ragihandinê ji bo bi azadî li deverên di bin kontrola wê de kar bikin.

Her di daxuyaniyê de, ENKSê behsa girtina rojnamevan Bawer Mela Ehmed nûçeghanê malpera Yekîtî Mîdiya û desteserkirina telîfonên wî û yên hevjîna wî herweha girtina nûçegîhanê ARKê Sebrî Fexrî di heman şevê de û birina wan ji bo cihekî nediyar kir herweha girtina nivîsgehên Kurdistan 24 û armanckirina nivîsgeha Rûdawê li Qamişlo kir.

ENKSê serbar kir jî, ku ev binpêkirin hevdemê metirsya rêxistina DAIŞê piştî bûyerên zindana Xiwêran li Hesekê tê, û di vê demê de ji QSDê tê xwestin li kiryarên çekdarên xwe vegere ê binpêkirinan rawestîne ne rewş û rêkarên ewlehiyê gurtir bike.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hevpeymaniya Navdewletî kir ku sînorekî ji binpêkirinan re deyne û hemû rojnamevanan serbest berde.

272