Turkiyê gundewarê Helebê armanc kir

Turkiyê gundewarê Helebê armanc kir

May 08 2024

Hêzên Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve bi topxaneya giran hejmarek gundên bi ser Helebê ve armanc kirin, û ziyanên madî rû dan.

Jêderek xwecihî ragihand ku duh careke din Turkiyê û girûpên çekdar bi topan her yek ji gundê Kalûta, Meyasa, Kûndî Mazin li bakurê gundewarê Helebê Helebê armanc kirin bê ku ziyanên êrîşê were naskirin.

Jêderê da zanîn ku pêr jî Turkiyê gundê Xerîbşe, û Dîrqaq li gundewarê Helebê bi topan armanc kirin, û di encamê de çekdarekî rêjîmê hate kuştin, û du çekdarên din jî birîndar bûn.

46