Rêxistinek Sûrî: Di 2 mehan de 237 kes ji Efrîn û Serê kaniyê hatine revandin

Rêxistinek Sûrî: Di 2 mehan de 237 kes ji Efrîn û Serê kaniyê hatine revandin

Jan 23 2021

ARK NEWS... Rêxistinek Sûrî bi belge û nav, revandina bi sedan welatiyên sivîl li herdu bajarê Efrîn û Serê Kaniyê belav kirine

Rêxstina Sûriyên ji bo azadî û dadweriyê, di raporteke xwe de ragihand ku di çarçoveya du mehên bûrî, wate mehên Mijdar û Berçileyê yên sala bûrî, 237 kes hatine revandin hîn jî çarenvîsa 127 kesan ne diyar e.

Heman rêxistinê tekez kir: Ji wê hejmarê, 231 ji Efrînê ne û yên din li Serê Kaniyê ne. Ji amara herêma Efrînê 18 jin û 4 zarok in.

Di 20î mehê de, 3ê salan li ser êrîşa Turkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê re derbas bûn. Ta niha revandin berdewam in, li gor rêxistina mafê mirovan li Efrînê çarenvîsa bêhtir 600 welatî ne diyar e.

Ş.E

217