Pêşmergeyên Leşkerê Roj - Damezrandin û cangorî
ARK NEWS... Îro 10 sal li ser damezrandina hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas dibin.
Pêşmergeyên Roj kî ne?
Hêzên Pêşmergeyên Roj, hêzeke Kurdî ye, tu têkilya pêkhateyên din tê de tune ye, ji keç û kurên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji xelkê Efrînê bigre ta Dêrka Hemko.
Ji despêka şerê Sûriyê, berê xwe dan Herêma Kurdistanê, û nexwestin destê wan di rijandina xwîna sûriyan de were tomarkrin, û dîroka wan reş bibe, lewma xwe dan hev û di 12ê Adara 2012an de, Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hatin damezrandin.
Piraniya wan Pêşmegeyan ji artêşa rêjîma Sûriyê cûda bûne, û di kuştina xwepêşanderan, rûxandina malûmulkan, û dizîna milkên welatiyan li Sûriyê de beşdar nekir, û red kir.
Herwiha beşek ji wan ji ber sedemên cuda cuda, wek sedemên siyasî û civakî neçar bûn ji Rojavayê Kurdistanê derkevin, û tevlî wê hêzê bibin û beşek din ji xelkê sivîl wek xwebexş tevlî Pêşmergeyên Roj bûne.
Hêzên Pêşmergeyên Roj ji dema ku hatine damezrandin, di gelek xulên rahênan, û perwerdekirinê de beşdar bûn, ku bi şêweyekî akadîmî li ser bikaranîna hemû curên çekan, sivk, nîvgiran û giran hatin fêrkirin.
Hijmara wan derdora 7000 pêşmerge ye, gelek efser piştî beşdariya wan di xulên efseran, bi serpireştiya efserên biyanî yên pispor derçûn û cihê xwe girtin .
Di Tebaxa sala 2014 an de, dema êrîşa hovane ji aliyê rêxistina DAIŞa teror hatiye ser Herêma Kurdistanê, bi dil û can bi lehengî, gernasî, û qehremanî bi hevşanê xwe, yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re beşdarî di şer û berevaniya xaka Kurdistanê kir, û destan di wî şerî de tomar kirin.
Di Cotmeha sala 2017an, piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, dîsa hêzên Pêşmergeyên Roj, û destan din li Rebî'e ,Zumar, û ser sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de tomar kirin, mil bi mil bi fermandarê hêzên taybet yê Pêşmergeyan birêz Mensûr Barzanî re, nehiştin ku dujmin bi bostekê berev xaka Kurdistanê ve were.
Ta roja weke îro, diruşm û senbula li ser sîngê birêz Mensûr Barzanî, Pêşmegeyê Rojava ye, ji ber ku bi çavê xwe xweragrî, û berxwedana hêzên Pêşmergeyên Roj di şer de dît, û herdem bi serbilindî û serafrazî dibêje ku ew endamekî hêza Pêşmergeyên roj e .
Bi dehan ji ciwanên kurd di wan herdu şerên navbûrî, şerên DAIŞ, 2017an, canên xwe kirin qurbaniya xaka Kurdistana pîroz, û şehîd bûn. Bi beşdariyeke mezin ji xelkê Başûr xatir ji wan pakrewan dihat xwestin, û bi sîngekî bervereh, li Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li termên wan dihat kirin, û li nav xaka xwe de bi xak dihatin spartin, herwiha beşek ji wan pakrewan ji ber dûrbûna rê û hin sedeman li Herêma Kurdistanê bi xak dihatine spartin.
Keç, û kurên kurd yên di nav refên Pêşmergeyên Roj, wek çawa beşdarî di şerê mezintirîn rêxistin, rêxistna DAIŞa teror de kir, herdem radigihînin ku amade ne beşdariyê di berevaniya xaka Rojavayê Kurdistanê de, bikin. Herdem çekên wan ji bo dujmin rakiriye, û di hizir û raman wan de ye, ku tu carî di kuştina sivîlan de beşdar nakin, lewma îro hemû miltê kurd, ji kal, pîr, keç, û kur mêr, û jin ji Dêrika Hemko ta Efrîna rengîn, daxwaza wê yekê dikin ku hêzên Pêşmerge, xaka û niştîman biparêzin û bibin parêzvanê û berxwedêr.
Ş.E
566