Girtiyên di 5-Nolî de Kurd bûn û li Kurdistanê bûn hiqûqa taybet ya kolonyalîst pêk hat

Girtiyên di 5-Nolî de Kurd bûn û li Kurdistanê bûn hiqûqa taybet ya kolonyalîst pêk hat

Jan 06 2023

Îbrahîm GUÇLU

Bakurê Kurdistanê, welatekî metîngehkar (kolonî) ye û di bin desthilatdariya Dewleta
Kolonyalîst ya Tirk de ye.

Li Bakurê Kurdistanê, piştî ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, hiqûqa kolonyalîst hat
meşandin. Nûha jî li Bakurê Kurdistanê ew hiqûqa tê meşandin. Hîç şik tune ye ku ev hiqûqa,
hiqûqeke taybet e û ji hiqûqa Herêma Tirk (Tırkîstanê) cûda ye.

Encama ev hiqûqa kolonyalîst û taybet, Bakurê Kurdistanê hat dagirkirin û îlxak kirin.
Neteweya kurd, wek neteweyekî nehat nas kirin. Neteweya Kurd, Tirk hat nasandin. Mafên
neteweyî yên kurdan hatin xesip kirin û qedexe kirin. Zimanê kurdî bi taybetî hat qedexe
kirin. Lewra dewleta Tirk ya kolonyalîst jî baş dizanî ku ji bona hebûna û domandina jiyana
neteweyekî ziman gelek girîng û bingeh e. Loma jî Dewleta Tirk ya kolonyalîst baş dizanî ku
dema zimanê kurdî ji holê rake, neteweya Kurd dikare ji holê rake û bike Tirk. Axevtina û
xwendin-nivîsandina zimanê kurdî ji bona wê qedexe kir û ew kurdên zimanê kurdî axevtin
cezayê hepisê û perekî mezin girtin.

Li Bakûrê Kurdistanê ev hiqûqa kolonyalîst û taybet, di demên serhildanên neteweyî yên
Kurdistanê û darbeyan (kutedayan) leşkerî de xwe hîn zêdetir aşkere kir/dike û xwe nîşan
dide.

Di qonaxa serhildanê neteweyî yên Kurdistanê de dewleta Tirk hiqûqa kolonyalîst pêk anî.
Dadgehên taybet yên wek “Dadgehên Îstîklalê” ava kir. Di van dadgehan de darizandineke
şiklî û ji bona ku xwe li hemberî dinyayê veşêrîne çêkir. Bi sedan serok û şervan û xebatkarê
Doza Kurdistanê yên dewletxwaz û serxwebûnxwaz û azadîxwaz îdam kirin.

Dewleta Tirk di hemandem de dewletek darbeyan e. Heta nûha 5 darbeyên leşkerî û post-
modern qewimîne. Di van demên darbeyan de li hemberî kurdan hiqûqeke taybet hatiye
meşandin. Li Kurdan êşkence çêbûne, mûameleyeke cudaxwaz li hemberî kurdan hatiye
meşandin.

Di Darbeya 27ê Gulana 1960î de him karbidest û him jî siyasetvanên kurd hatin dgirti û hatin
darizanbdin. Siyasetvanên kurd bi berpirsên Partiya Demokrat Adnan Menderes û hevalên
wî ve li Yassı Adayê hatin darizandin. Karbidestên kurdan (mîr, şêx, serokeşîr, axa, mele,
rewşenbîrên neteweyî) jî hatin girtin û li Sîwasê li qampê dîl hatin girtin. Pişt re jî, ji wan 55
karbidestên kurd hatin sirgûnkirina herêm û bajarên Tirkan.

Di Darbeya 12ê Adar a 1971an de jî bes endamên Partiyên Demokrat, DDKOyê û Partiya
Karkerên Kurdistanê (TÎPê) nehatin girtin û hepis kirin. Di hemandem de karbidestên kurdan
jî, bi îdîaya ku ji Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê re alîkarî kirine, hatin girtin. Li wan
êşkence hatin kirin. Ew gorî hiqûqa kolonyalîst hatin darizandin û bi tevayî bi cizayên bilind
hatin ciza kirin.

Di Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de jî hiqûqa taybet û kolonyalîst pêk hat. Di hepisxaneyê 5-
Noliyê de mûamele gorî hiqûqa kolonyalîst li girtiyan hat kirin. Êşkence bê sînor bû. Dewletê
xwest ku bi her awayî nasnameya girtiyan ya neteweyî kurd û îdeolojîk ya nasyoınalîst ji holê
biqedîne. Loma li Tirkiyeyê û li dinyayê hepisxaneya 5-Nalî ya E-TÎPê bû hepisxaneyeke
taybet û navdar û naskirî.

Însîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê di derbarê vê mijarê de dibêje ku
“Pêwîstî li virê, bi dubare behskirina Zîndana Dîyarbekirê, 5 Nolûyê tune ye; malûmê herkesê
ye: Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatîye dîtin ku ev zîndan yek ji “Deh Zîndanên herî xerab
ên li ser rûyê dunyayê” ye; bi sepandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar
e…”

Wek tê zanîn, “ji bo ku zîndana Amedê ya 5-Nolî Tîpa-E bibe Muzeyek Bîrdarîyê û ji bîra
gelê Kurd û raya hemû cîhanê derneyê ku li vê zîndanê çi îşkenceyên dijî mirovîyê li mirovên

Kurd hatîye kirin, îro beşek kesên ku li vê zîndanê îêkence dîtine, li ber derê zîndanê civîyan,
bi Tirkî û Kurdî daxuyanîyek çapemenîyê dan daxwaz û hêvîyê xwe pêşkêş kirin.” (Netewe)

Ez jî beşdarî civîna li ber Girtîgeha 5-Naliyê bûm. Min jî di civînê de axevtinek kir. Nêrîn û
tespıtên di belavoke însîyatîfê de nehatibûn kirin û gelek girîng û bingeh bûn; min pêşkêş kir.

Nêrîn û naveroka di nivîsa min de ew in.

Însîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê, daxwazên xwe di civînê de aşkere kirin.
Ez jî piştgirê ev daxwazên wan im.

Daxwaz ev in:
1-Bila avahîya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe munasibê rewşa salên 80-84an.

2-Nivîs û wêneyên li ser dîwarê zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û
bihîstbarî bêne şênberkirin.

3-Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê
tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.

4-Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Kultur Turîzmê
xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.

 Diyarbekîr, 06. O1. 2023

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

123