Çekdar ji Efrînê derdikevin (VîDIYO)

Feb 01 2020

ARK NEWS... Hijmarek ji girûpên çekdar bi otombêl û çekên xwe ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin, û berê xwe dan herêmên şer tê de rû didin.

Li gor perçe vîdiyoyekê de, duh 31ê Çileya 2020î, belav bû, diyar dibe ku girûpên çekdar ji Efrînê berev Helebê û Idlibê ve diçin.

Jêderên xwecihî ji Efrînê tekez dikin ku,ev karwana sêyem e ku ji Efrînê derdikevin.

Ji dema operasyona Rûsiyê û rêjîma Sûriyê li ser Idlibê û Helebê dest pê kiriye, çekdar bi hawar herêmên şer neçûn û bi binpêkirinên xwe li Efrînê û herêmên mertala Feratê de, mijûl bûn.

Ş.E


650