Niştecîgeh ji ereban re li Efrînê têne avakirin

Niştecîgeh ji ereban re li Efrînê têne avakirin

Apr 19 2021

ARK NEWS... Di çarçoveya proseya guhertina demoxrafîl li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, niştîcehek ji 300 malî, li navenda bajêr tê avakirin, da ku malbatên ereban tê de werin bicîkirin.
Li gor encûmena xwecihî ya Efrînê ragihandiye ku li taxa Mehmûdiyê niştîcehek bi navê Kiwêt Elrehma, tê avakirin, û berpirsên encûmenê bi xwe serpireştiya wê pirojeyê dikin.

Encûmen xwecihî li ser rûpela xwe ya torên civakî tekez kiriye ku ew gund yê bi navê Kiwêt Elrehma, ji aliyê komeleya Şam Elxeyr tê perpêdankirin, û piştevanîkirin.

Jêderek xwecihî ji ARKê re anî ziman ku Ew gund li dawiyê taxa Mehmûdiyê li ser Raco ye biryar e, 300 mal bi kelpîçan were avakirin, ku cihê lê tê avakirin nêzîkî bajara pezî bû.
Ji bilî vê pirojeyê ku encûmenê bi xwe danpêdan pê kiriye, li derdora gundê Tetera û çiyayên Cindirês, niştecîhek ji malbatên ereban re tê avakirin.
Li navçeya Şiyê jî fermandarê bi navê Ebû Emşa derdora 40 donim zeviyên kurdan bi darê zaorê desters kirin, da ku proje û niştecîgehan ava bike.

Di vê derbarê de şêniyên Efrînê tirsa xwe ji proseya guhertina demoxrafî didin diyarkirin, û banga vegera derbiderên Efrînê ji kampên Şehbayê dikin.

Ji 18 Adara 2018an ve Turkiyê û çekdaran destê xwe danî ser herêma Efrînê di çareçovey 58 rojan ji şer û pevçûnan zêdetirî 300 hezar kurd derbiderî helebê û deverên din bû. Li şûna wan de, derdora nîv melyon ereb û turkuman hatin bicîkirin.
Beşek mezin ji wan derbiderên kurd di kampên Şehbayê de hatin bicîkirin, û ta niha jî li gorî rêxistina mafê mirovan ragihandiye ku PYDê nahêle ew derbider vegerin û weke mertal ji xwe re bi kar tîne.

Ji beriya 3 salan ve, siyasetmedar tekez dikin ku rwestandina guhertina demoxrafî li Efrînê bi vegera derbideran e, û derxistina grûpên çekdar û malbatên wan e.

Ş.N

272