Akar: Divê bi tenê Hêzên Turkî li Navçeya Aram belav bibin

Akar: Divê bi tenê Hêzên Turkî li Navçeya Aram belav bibin

Feb 16 2019

Turkiye di drustkirina astengyan de li pêşiya Navçeya Aram li rojavayê kurdistanê berdewam e , û herî dawî jî mercek ji bo avakirina Navçeya Aram daniye.

Ajansa Enadol ya Turkî li ser zarê Xilûsî Akar wezîrê berevaniya Turkiye ragehand ku pêwîst e bi tenê hêzên Turkî li Navçeya Aram ya ku biryar e li Rojavayê Kurdistanê were avakirin hebin.

Ajansa Skay Niyoz ya nûçeyan jî got ku ji ber Turkiye nikare li Navçeya Aram bi azadane tevgerê dê û çekdarên xwe derbasî wê navçeyê bike ta ku binpêkirnan encam bide , razî nabe tu hêzeke din li Navçeya Aram hebe.

763