Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir

Jan 19 2021

ARK NEWS... Roja Sêşemê 19.01.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xulusî Akar Wezîrê Berevaniya Turkiye û şandeke li gel kir ku ji Yaşar Guler Serok Erkanê Artêşa Tirkiye û Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û karbidestên Wezareta Berevaniya Tirkiye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Tirkiye armanca serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê xisterû û tekez li wê yekê kir ku aramî û asayîşa navçeyê û her wiha pêşveçûna peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo welatê wan gelek girînge û ragihand, aramî û asayîş dibê sedema geşbûna aborî û pêşketina navçeyê. Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî Wezîrê Berevaniya Tirkiye ragihand ku welatê wan xwazyare hemû kêşeyan li rêya diyalog û li çarçêweya destûrê da çareser bibê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, tekez li bingehên dostayetî û cîranbûna li navbera her du aliyan kir. Her wiha ronahî xiste li ser rewşa siyasî û gef û pêşhatên Iraq û navçeyê.

261