90 malbatên din vegeriyan Efrînê

90 malbatên din vegeriyan Efrînê

Aug 19 2021

ARK NEWS... Ji dema ku pêla vegerê dest pê kiriye, bi sedan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike.

Li gorî jêderan: Herî dawiyê 90 malbat duh bi şêvê, ji Munbicê, Lubnanê û Şehbayê vegeriyan warên xwe.

Ji aliyê xwe mafnas Dr. Mihemed Cuman di çarçoveya beşdariya xwe di bultena ARKê de da zanîn ku ev pêl, gaveke pîroz e û mebest ji topbaranê Efrînê rêgirî li vegerê ye.

Hevdemê pêla vegera koçberkirî û derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, berdewam dike, navenda bajarê Efrînê bi hejmarek rûkêtan hate armanckirin, tê de taxên tijî niştecî hatin aramnckirin, di encamê de bi dehan ji welatiyên sivîl bûne qurbanî û ziyanek mezin gihişt mal û mulkên kurdan.

Ş.E

653