Itîlaf: Daxuyaniya Mehmûd Reş tekez dike ku QSDê ser bi PKKê ve ye
ARK NEWS... Îtlafa Niştîmanî ya Sûrî gefên QSDê di dermafê Herêma Kurdistanê de ku piştevaniya PKK dike şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de roja Duşemê, Îtlafa Niştîmanî ya Sûrî, got ku gefên Mehmûd Reşo fermandarê QSDê peywendiya QSDê bi PKK re tekez dike û dide xuyanî, ku ew ser bi PKK ve ye û amaje kir, ku ev gef metirsiyeke mezin e ji ber ku binpêkirineke ji cîranên Sûriyê re û kurdên Sûriyê dixe di şerekî derve de, û ew yek ne ji berjewendiya wan û bejewendiya niştîmanî Sûrî bi giştî ye.
Îtlafa Niştîmanî ya Sûrî serbar kir û got: Em helwêstên welatên bêdeng li ser kiryarên rêxistinên terorî ku hîn alîkariya wan tê kirin red dikin û daxwaz kir, girûp, milîs û çekdarên biyanî ji Sûriyê wern derxistin.
468