Çekdaran li Efrînê 2 keçikên kurd serbest berdan

Çekdaran li Efrînê 2 keçikên kurd serbest berdan

Dec 07 2020

ARK NEWS... Piştî bêtir ji du salan ji girtinê, grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh du keçikên kurd ji zindanên xwe serbest berdan.

Jêderek taybet ji ARKê re da zanîn ku herdu keçik yên bi navê Loncîn û Rojîn Ebdo, ku xwişkên hev in serbest hatin berdan.

Heman jêderê ameje kir ku herdu keçik bi bavê xwe re Mihemed Ebdo dema derbasbûna Turkiyê ji bo Efrînê sala 2018an hatibûn girtin.

Jêdera ARKê anî ziman ku heya niha çarenivîsa bavê wan ne diyar e, herwiha çarenivîsa bi sedan ji welatiyên Kud ne diyar e.

Herdu keçik ji xelkên gundê Dumilya yên navçeya Mabeta ne. Di heyva Gulnê de, li zindana çekdarên Hemzat li tyaxa Mehmûdiyê di perçe vîdiyokê de diyar bûn.

Ji bilî wan hijmarek keçik jî di zîndana navbûrî de diyar bûbûn û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ş.E


246