PDK Cejna Cemayê ya Êzdiyan pîroz dike
ARK NEWS .. Bi boneya hatina Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî Polîtbûroya PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye.
“Bi boneya hatina Cejna Cemayê ya xuşk û birayên Êzdî, em germitirîn pîrozbahî li kesayetî û şêxên Êzdî û Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî û tevahiya Êzdiyên li Kurdistan û cîhanê dikin.
Em hêvîdar in ku ev cejin û hemû cejin û helkeftên we di bin siya azadî û aramiya Herêma Kurdistanê de bi xêr û xweşî birêve biçin û dawiya nexweşî û derdeseriyan were.
Bi vê boneyê em piştevaniyeke temam û berdewam a madî û manewî ya PDK û Serok Mesûd Barzanî ji bo we nîşan didin, ew jî ji bo parastina kiltûrê resen ê Êzdiyan û vegera aramî û seqamgîriyê bo tevahiya navçeyên we û herwiha karkirin ji bo zêdetir avedankirin û pêşxistin û pêşkeftina canê birayetî û pêkvejiyan û tebayîyê li cem hemû pêkhateyên civaka Kurdistanê.
Careke din cejna we pîroz be û em hêviya bextewerî û xweşiyê ji we re dixwazin.
Polîtbûroya PDKê
5.10.2019”
464
