PKKê sivîlan weke mertalên mirovî bi kar tîne

PKKê sivîlan weke mertalên mirovî bi kar tîne

Jan 10 2022

ARK NEWS... Ji roja ku PKKê deshelatdarî ji rêjêm Sûriyê wergirtiye, ji wê rojê ve û Rojavayê Kurdistanê, rastî karesatan tê, herdem siyaseta bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî bi rê ve dibe, herweha bazirganiyê bi sivîlan dike da ku helwêstên navdewletî ber xwe ve bîne.

Ji bilî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, ku ji encama siyaseta pilankiriî ya PKKê, kurdan ew hersê bajar ji dest dan, ji bilî wê heman siyaseta li Kobanê û Cizîrê herweha derverên di destê wê de weke taxên Heleb û Şehbayê encam dide, bi berdewamî buhaneyan dide Turkiyê ku êrîş bike û Sînaroyên Efrîn û Serê Kaniyê dubare bibe. Li kobanê mijar ne gelek cuda ye, PKKê malên sivîlan ji xwe re bi kar tîne, di encamê de jî sivîl têne armanckirin û şehîd dibin û birîndar dibin.

Li gorî jêderên ji nava Kobanê ji ARKê re dane diyarkirin ku çekdarên PKKê li şûna ku navend û baregehên xwe yên fermî bi kar bînin, di malên sivîlan de radibin û rûdinin, ew yek jî dibe egera aramnckirina sivîlan ji aliyê top û balafirên Turkiyê.

Heman jêderê pişrast kir ku ji ber wê yekê, tax û kolanên bajêr herdem rastî metirsiyê tên, ji ber ku çekdarên PKKê çi serkird bin yan jî fermadar bin, sivîlan wek mertal bi kar tînin.

Di encama êrîşa dawiyê ya Kobanê û gundewarê wê de, welatiyên sivîl bûne qurbanî û şehîd ketin, herweha ziyanek madî berçav gihişt mal û mulkên şêniyên Kobanê. Weke şermezarkirina êrîşê PKKê şêniyên kurd neçar kir ku bi wêneyên serokê PKKê Edulah Ocelan û alên wê rêxistinê dakevin kolanan. Ku bi heman şêweyî di sala 2018an de Efrîn û 7 navçe û gundên wê ketin di bestê Turkiyê û komên çekdar de, herweha di sala 2019an de sînaroy li Serê Kaniyê û Girê Spî dubar bû, îro jî her ew buhane ji Turkiyê re têne dan da ku bajarên mane jî radestî Turkiyê bike.

Ş.E

727