Serok Barzanî: Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne
Serok Barzanî îro (Sêşem, 05.03.2024) peyamek ji bo bîranîna Serhildana pîroz a Adara 1991ê peyamek parve kir û ragehand, “Bi helkefta salvegera 33ê ya Serhildana gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û tevaya neteweperwer û têkoşer û azadîxwazan û tevaya xelkê Kurdistanê dikim”.
Serok Barzanî amaje jî da, “Serhildan berdewamîdana xebata bi dehan salan û berê xweragirî û westiyan û xwîna cemawer û hêzên xebatkar ên Kurdistanê bû û di jiyana gelê me de bû destpêkek û hêviyeke nû. Dilgermiya xelkî li dijî dezgehên stemkar û dagirkeran peyameke gelek ron bû ku di ser bihêzbûna dagirkeran re, îradeya jiyana serbilindî û azadîxwaziyê herdem di dilê mirovê kurdistanî de hebûye û dê bimîne jî”.
Herweha tekez jî kir, “Destkeftiyên Serhildanê milkê gelê Kurdistanê û nifşên paşerojê ne. di bîranîna Serhildana gelê Kurdistanê de, em tekez dikin ku divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.
197
