Kirîzeka Sutemeniyê li deverên Rêjîma Sûriyê berdewame

Kirîzeka Sutemeniyê li deverên Rêjîma Sûriyê berdewame

Apr 21 2019

Eve demeke rewşa abûrî ya rêjîma Sûriyê gelek xerabe ku di encama vê yekê de sutemenî li bazarên bajar û bajarokên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de hatiye birîn û dîtna wê di vê demê gelek zehmet bû ye .

Li gorî zaniyaryên ARKê ku nerxê yek Litir Benzîn li deverên rêjîma Sûriyê gihiştiye 1000 leyreyên Sûrî û Litra Mazotê gihiştiye 450 leyreyên Sûriyê ku car caran dighê 600 leyran jî ku sedema vê yekê sizayên Emrîkî li ser Îranê û bandora wê li ser rêjîma Sûriyê ye ku eve demeke dirêje Îran nkarîbû Pitrolê bighîne Sûriyê .

Li gorî zaniyaryan ku ji 2 Çileya bûrî û ta neha Îran nekarî Pitrolê bighîne Sûriyê ku rojane 66 hezar Bermîl Pitrol dihat Sûriyê di dema bûrî de, ku di encam vê yekê de tankerên pitrolê li baniyas ku mezintrîn guvajgeha Pitrolê li Sûriyê ye valabû ye .

Ji aliyê xwe ve serok wezîrên rêjîma Sûriyê raghand ku Emerîka Misir agadar kiriye ji bu rêgiryê li derbasbûna tankerên Pitrolê yên Îranî bi riya kenala Alsiwês ku vê yekê hêla ku tankerên Pitrola Îranî neghên Sûriyê ku her heyvekê 2 Milyon Bermîl Pitrola Îranî digihişte Sûriyê .



570