Doseya penaberên Sûriyê mijara sereke ya civînan e

Doseya penaberên Sûriyê mijara sereke ya civînan e

Jun 01 2023

ARK NEWS... Emîndarê gîştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeyz li gel Fîlîpo Girandî komîsarê bilind yê neteweyên yekbûyî bo karûbarên doseya penaberên Sûrî û rewşa wan li welatên Erebî gotûbêj kir.

Li gorî Cemal Rişdî berdevkê fermî bi nave Emîndarê gîştî yê Komkara Erebî, di civînê de herdu aliyan doseya penaberên Sûrî û rewşa wan li welatên Erebî û bi taybet li Libnan û Urdunê yên ku hejmara herî mezin ji penaberên Sûrî lê bi cih bûne gotûbêj kir.

Cemal rişdî serbar ki jî, herdu alî li ser giringiya kar bo dîtina nexşerêyeke li gor biryara lotkeya Erebî li bajarê Cida yê Siûdiyê ku gerentiya vegera bi rûmet bo penaberan dike rawestiyan.

Herwiha berdevkê fermî bi navê Emîndarê gîştî yê Komkara Erebî diyar kir, ku Ebû Elxeyz tekezî li ser giringiya rola komîsariya penaberan di vê derbarê de kiriye

Ji aliyekî din ve li gorî daxuyaniyeke wezareta derve ya Urdunê, Eymen Elsefedî wezîrê derve yê Urdun Çarşema borî li gel Entoniyo Gotîrêş doseya penaberên Sûrî gotûbêj kir, û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û peydakirina rewşeke baş bo vegera xwebexiş ya penaberên Sûrî.

Herwiha Elsefdî tekezî li ser berdewambûna civaka navdewletî di persiyaretiya xwe de hember penaberan ji ber ku welatên mîvandar bi tenê nikarin vî barî rakin

108