li Dêrbelûta Efrînê nexweşiya laşmaniya belav bûye
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li kampên derbiderên ereb yên bi rêkeftinekê ji bo Efrînê hatine bicîkirin, nexweşiya laşmaniya ango heba salê yan ya heba Helebê belav bûye, bê ku tu alî guhdanê bide wan nexweşiyan, û xelk gilî û gazinên xwe ji nebûna guhdana tendrustî li wan deveran dikin.
Li gor rêxistina sûriyên ji bo dad û rastiyê ragihandiye ku derdora 100 rewşên nexweşiya çermê ku bi navê laşmaniya tê naskirin li kampa Dêrbelûtê ya navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatiye tomarkirin, bê ku tu çareseriyek ji wan nexweşan re were dîtin, ku ew nexweşî nexweşiyek veguhêz e .
Heman rêxistinê li ser zarê pizîşkekî daye zanîn ku çareseriya wê nexweşiyê li nav kampê nayê dîtin ji ber ku cureya çareserî ji dermanê kêm in, û bi tenê li parêzgeha Idlibê tê dabînkirin, û ji ber bihaya derman, û çûn û hatinê xelk nikarin berê xwe bidin Idlibê, da ku çareseriya xwe bibînin, ku her rûniştinek ji çareseriyê bi 5000 hezar lêreyên sûrî ne ango bi deh dolarên emrîkî ne .
Derbarê rewşa giştî ya kampa Dêrbelûtê rêxistina sûriyên ji bo dad û rastiyê bal kişandiye ser wê yekê ku ji ber hebûna gol û paşmayan, pêşî û mêş, li wan deran pir û zêde bûne, lewma dibe sedemek ku ew nexweşiya laşmanîya ya ku bi çerm digre belav bibe .
Nexweşiya laşmaniya yek ji nexweşiyên veguhêz e, û di riya pêşî û mêşan re tê veguhestin, û metirisiya wê nexweşiyê, û bandora wê ya nerênê, bi taybet li ser zarokan heye, nexasim eger nexweş çareya xwe di qonaxa yekem de nebîne, herwiha metrisiya belavbûna wê nexweşiyê li Efrînê heye, eger aliyên berpris nexasim yên Turkiyê çareyekê ji belavbûna wê nexweşyê re nebînin .
Kampa Dêrbelûtê derdora 600 malbat tê de dijîn, ji wan 300 malbat xelkê Filistînê ne, û li gor rêkeftinekê ji bajarên xwe derketin û li Efrînê hatin bicîkirin .
Ş.E
571
