27 sal li ser koçbarkirina xebatkar Osman Sebrî re derbas bûn

27 sal li ser koçbarkirina xebatkar Osman Sebrî re derbas bûn

Oct 12 2020

ARK NEWS... Duh 27 sal li ser koçbarkirina yek ji damezrênerên Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê derbas bûn.

Xebatkarê Kurd Osman Sebrî di sala 1905an de li gundê Adyaman li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, yek ji damezrênerên Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê ye di sala 1957an de ku niha navê wê Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya ye.

Ji malbateke niştîmanperwer e ku ew û malbata xwe di şoreşa Şêx Se'îdê Pîran de beşdar bû, û çend caran hatiye girtin ji ber kar û xebata wî di ber doza kurdî de.

Osman Sebrî li kêlek kar û xebata wî di ber doza Kurdî de nivîskar û helbestvan bû. Di 11 Cotmeha 1993yan de li Şama paytexta Sûriyê koça xwe ya dawî kir.

529