Kurdekî Efrînê li Cerblusê hatiye revandin, û çekdar daran dibirin

Kurdekî Efrînê li Cerblusê hatiye revandin, û çekdar daran dibirin

Sep 09 2019

ARK NEWS .. li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku rêyên navbera Efrîn, bi herêmên din re girtî ne, kesên dixwazin berê xwe bidin Helebê neçar dibin, di Ezaz, Munbic, Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Şama paytext re bigerin da ku karibin xwe bigihînin Helebê, li ser wan rêyan rastî gelek binpêkirinan tên, ji ber ku di gelek rêbendan re derbas dibin .

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku ji beriya bêtir deh rojan ve, di 30î Tebaxa 2019 welatiyê bi navê Mihemed Elî Hebeş yê 50 salî, dema berê xwe dida Helebê li ser rêbendeke Cerablusê, ku ew rêbend di bin destê çekdarên Mertala Feratê de ye, hate revandin.

Li Gor heman rêxistinê ku Mihemed Elî Hebeş yê ji navçeya Raco, bi mebesta rewşa xwe li Helebê çareser bike ji ber ku karmend bû, di perwerdeyê de mamostetî dikir, nexasim çar heyvan mûçeya wî birî bûn, ji wê demê ve û ta niha ji aliyê girûpeke çekdar ve hatiye revandin, tu agahî li ser tunen ne .

Jêdera navbûrî bal kişandiya ser ku, girûpa ew welatî revandiye peywendî bi malbata wî re kir, lê peywendî hate birîn. Ji ber ku ew welatî nexweş e, malbata wî dilgiran in li ser çarenivîsa wî û banga diyarkirina çarenivîsa wî dikin

Her di berdewamiya binpêkirina di derheqê Efrîniyan de, heman rêxistinê anî ziman ku li bajarokê Meydankê yê ser bi Şera ve, girûpên çekdar ereban li ser zeviyên Kurdan de bi cî dikin, û konan di nav gund ji wan re vedidin .

Herwiha li gundê Qizilbaşê yê Bilbilê girûpên çekdar bi karê kolandina zeviyên Kurdan radibin, da ku li şûnwar û zêran bigerin. Di heman gundî de hijmarek ji darên welatiyên gund hatin birîn da ku ji xwe re bikin êzing û sûdê jê bibînin .

Ş.E
.

867